Li Dihokê melayê ku rexne li hikûmetê kir wî ji kar dûrxistin

Zextên PDK’ê yên li ser civakê zêde dibin.
Li Dihokê meleyê ku di xutbeya roja Îniyê de rexne li hikûmeta başûrê Kurdistanê kir bû, ji kar hat dûrxistin.

Melayê bi navê Mamosta Mehdî Zêbarî di xutbeya roja Înê de rexne li hikûmeta başûr kir.

Li gorî agahiyan Mehdî Zebarî di rexneyên xwe de dibêje:

“Tevlî ku bîrên neftê di bin serweriya hikumeta başûr de ye, ev du salin neft li mizgeftan nayê belavekirin.

Em dibînin li dayireyên hikûmî û bargehên hizbî neft tê belavkirin, lê mizgeftan paşguh dikin.

Ev yek jî ihanete ji bo mala xwedê û meleyan.”

Hat ragihandin piştî van rexneyan, Wezareta Ewqafê ya girêdayî Hikûmeta Başûr ew ji kar dûrxist.

Û rê nayê dayîn mele Mehdî careke din xutbeyê bide.

Beriya niha jî li sinorê parêzgeha Dihokê ji ber rexneyên ku li desthilatê hatin kirin, gelek çalakvan û rojnamevan ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine revandin û girtin.

Back to top button