LI HESEKÊ 2 ŞEHÎDÊN PÊNGAVA BAGERA CIZÎRÊ HATIN OXIRKIRIN

Şervanê YPG’ê Şiyar Mihemed bi nasnav Cegerxwîn Hesekê û Endamê Hêzên Xweparastinê Fadî Elhesen di Qonaxa dawî ya Pênagava Bagera Cizîrê de şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên Hesekê piştî wergirtina cenazeyên şehîdan bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê û QSD”ê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn soza şopandina xeta şehîdan nû kirin.

Di merasîmê de nasnamya şehîda Zîlan Qinêber bi nasnav Roksîn Amed ku li Efrînê şehîd bibû hate eşkerekirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên her du şehîdan di nava silogana de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button