“Hevgirtina pêkhateyan planên li Dêrazorê têk birin”

Endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê diyar kirin ku hevgirtina pêkhateyan planên dijberên projeya neteweya demokratîk têk kirin.

Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Îtîmad El Ehmed diyar kir ku li Dêrazorê hevgirtina gelan fitneya dijberên projeya netewa demokratîk têkbir û got:

“Armanc ew bû ku bi rêya eşîrên herêmê fitneyan di navbera Ereb û Kurdan de derxînin.

Hevgirtina eşîran û hebûna wan di saziyên Rêveberiya Xweser de, her wiha piştgiriya eşîran a bi QSD’ê re planên komplogeran pûç kirin.

Bi hevgirtinê em ê tevahî hewldanên derxistina fitneyan têk bibin.”

Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Nîroz Ebdurehman îşaret pê kir ku pêkhateyên gelê Sûriyeyê ji salan ve bi hev re dijîn û li hember planên derve hişyarin.

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûriyeyê Feyrûz Xelîl jî diyar kir ku weke Kurd, Ereb, Ermen, Asur û tevahî pêkhateyên Sûriyeyê wê hevgirtî bin û xaka xwe ji terorîstan biparêzin.

Back to top button