Çalakiya pirtûkxaneya gerok ya ji bo Rêber Apo li Reqayê bi dawî bû

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo naskirina fikir û felsefeya Rêber APO dest bi çalakiya pirtûkxaneya gerok kiriye…
Çalakiya pirtûkxaneya gerok li Reqayê bi dawî bû.

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca belavkirina fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji civakê re, dest bi çalakiya pirtûkxaneya gerok kir.

Çalakiya Pirtûkxaneya gerok ji Minbic û Tebqayê dest pê kir û di roja sêyemîn de li Reqayê bi dawî bû.

Di çalakiya bidawîkirinê de gelek axavtin hatin kirin û hate gotin:

Armanca me ji vê çakakiyê, têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan e.

Ciwanên tevlî çalakiyê bûn bang li rêxistinên mafên mirovan û CPT kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan yekser destwerdanê bikin.

Di dawiya çalakiyê de têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan sînevîzyonek hat pêşandan.

Tê payîn ku çalakiya pirtûkxaneya gerok îro li gundewarên rojavayê Dêrazorê dewam bike.

Back to top button