Dûran Kalkan: Faşîzma AKP’ê dixwaze tola têkçûna xwe hilîne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku ji bo faşîzma AKP-MHP’ê û êrîşên wê yên şerê taybet ji holê bêne rakirin berxwedanî û pêşengtî pêwîst e.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li dijî destkeftiyên tevgera azadiyê nirxand.

Dûran Kalkan da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê ji bo pêşî li pêşketina şoreşgerî ya dîrokî bigire, dest bi pêvajoyeke berfireh a siyasî û leşkerî kir û ev tişt anî ziman:

“Ji 24’ê Tîrmehê û vir ve desthilatdarî dixwaze li Rojava, Bakur, Başûr û Tirkiye pêşî li pêngavên şoreşgerî yên mezin bigire.

Bêguman êrîşên dijmin beriya her tiştî xwedî karakterekî tolhildanê ye.

Faşîzma AKP’ê dixwaze tola têkçûna xwe hilîne.

Hewl dide tolê ji Rêber Apo, ji tevgera me ya azadiyê, ji siyaseta demokratîk, ji gelê Kurd, ji hêzên demokratîk ên Tirkiye hilîne.”

“Ji bo têkbirina desthilata AKP milîtaniya pêşeng pêwîste”

Dûran Kalkan diyar kir desthilata AKP- MHP’ê paşeroja xwe li ser vê bingehê bi mayina li desthilatdariyê girêdaye û wiha got:

Desthilatdariya AKP’ê dirêjkirina temenê xwe di êrîşên topyekûn ên leşkerî û siyasî de dibîne ku li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê dimeşîne.

Her wiha dixwaze ku bi bilindkirina êrîş û şer re piştgiriya hêzên paşverû yên faşîst ên li Tirkiye werbigire.

Li ser vê bingehê li ser destilatdariyê bimîne.

Dûran Kalkan destnîşan kir ku ev êrîşên tên kirin ji bo şikandina îradeyê û teslîmwergirtinê ye û wiha anî ziman:

Li dijî van êrîşan helwest û tedbîr şert e.

Helwest û berxwedana ku van êrîşan têk bibe pêwîst e.

Ji bo faşîzma AKP-MHP’ê û êrîşên wê yên şerê taybet ên topyekûn bêne têkbirin, şert û merc guncav in.

Ya pêwîst pêşengî ye, afirandina milîtaniya pêşeng e.

Divê em pêvajoya nû bi vî rengî fêhm bikin û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî jî bi vî rengî bi cih bînin.

Back to top button