Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca pêşxistina asta rêvberên perwerdehiyê û saziyên girêdayî desteyê Akademiya Perwerdeyê û Lêkolînên Stratejîk li bajarê Qamişlo vekir.
Li Akademiya Perwerdeyê û Lêkolînên Stratejîk Komîteya Lêkolînan û Komîteya Wergerê hene.
Komîteya Lêkolînan ji bo nûjenkirina sîstema perwerdeyê û nirxandina rewşa xwendekaran dixebite.
Her wiha li ser pergalên perwerdeyê yên cîhanê lêkolînan dike.
Komîteya Wergerê jî ji pisporên di warên zimanên kurdî, erebî û suryanî de pêk tê.
Endama Rêveberiya Akademiya Perwerdeyê û Lêkolînên Stratejîk Henan Iniz diyar kir ku her komeke mamosteyan wê 3 mehan perwerdeyê li ser mijara rêveberî û karê rêvebertiyê bibin û got:
“Endamên ku dê tev li li perwerdeyê dibin dê lêkolînan li ser waneyan ku standine hazir bikin.”
Di 5`ê Îlonê de koma yekemîn a mamosteyan derbasî akademiya perwerdeyê bû.
Kom ji 18 mamosteyên ji Şehba, Qamişlo, Reqa, Kobanê û Minbicê pêk tê.



