Aldar Xelîl: Derveyî vekişandina dewleta Tirk xwe ji Sûrî, çareserî nepêkan e

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl dazanîn ku qebûlkirina wan ji agirbestê re li ser çareseriyê ye ne li ser şer e.
Xelîl diyarkir ku çareserê di vekişandina dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê li Sûriyê de ye. Dewsa wan jî divê hêzên parastina aştiyê yên girêdayî Dewletên Neteweyên Yekbûyî bi cih bibin.

Aldar Xelîl li ser rûpela xwe ya tevna civakî”facebookê” nivîsek der barê agirbestê û çareseriya ku niha tê xwestin belav kir.

Xelîl di nivîsa xwe de diyarkir ku QSD’ê bi hemû sazî û pêkhateyên xwe ve berxwedaneke qehremanî li dijî artêşa Tirkiyê û çeteyên wî pêk anîne.

Tiştê ji encama berxwedan û biryara ku gelê me ya redkirina dagirkeriyê û parçekirina Sûriyê standiye, qebûlkirina me ya qaşo însiyatîfa”agirbestê” li ser çareseriyê û ne li ser şer e.

Çareseriya ku niha tê qebûlkirin, divê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi xwe re DAIŞ anîne, vekişîn û ji dêvla wan hêzên parastina aştiyê yên girêdayî NY’ê bi cih bibin.

Ev pêngava yekane ku herêma ewle bi ser bikeve. Ji bilî wê jî tê wateya derbkirina aramî, pêkanîna qirkirinan û rewabûna dagirkeriyê ji hêla Tirkiyê ve.

Leave a Reply

Back to top button