QSD’ê: Di warê lihevkirinê de şervanên me ji Serê Kaniyê derketin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku, di çarçoveya lihevkirina çêbûyî de, wan hemû şervanên xwe ji bajarê Serê Kanyê vekişandin.

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabiryêl li ser malpera Twitter ya QSD’ê ragihand ku di çarçoveya lihevkirina demkî ya rawestandina şer de, îro wan Serê Kaniyê ji şervanên QSD’ê vala kir.

Gabiryêl teqez kir ku, şervanên wan êdî di Serê Kaniyê de nemane.

Leave a Reply

Back to top button