Şanaz Îbrahîm: Gelo sedema destwerdana pûla Başûr jî PKK ye?

Endama Desteya Rêveberiya Polîtburoya YNK’ê Şanaz Îbrahîm destnîşan kir careke din di mijara pûlê de derket holê ku sedema êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ne PKK ye. Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdulwahîd jî diyar kir kesên ku behsa netewiyetê dikin çima li hember bêrêziya dewleta tirk a li ser nexşeya Kurdistanê bêdengin.
Çavdêrên siyasî jî daxuyakirin ku siyaseta PDK”ê ya şaş hîşt ku êdî Tirkiye destwerdana pûla Başûrê Kurdistanê jî bike.

PDK’ê dema ku êrîş ji aliyên dewleta Tirk ve li ser Başûrê Kurdistanê pêk tê, bê ku bertek nîşan bide, weke hincet hebûna PKK’ê nîşan dide.

Ev siyaseta PDK’ê îro hişt ku dewleta Tirk di her alî de êrîşê nirxên gelê kurd bike. Herî dawî jî dewleta Tirk êrişê nexşeya Kurdistanê kir.

Endama Desteya Rêveberiya Polîtburoya YNK’ê Şanaz Îbrahîm ev siyaseta PDK’ê rexne kir û got:

“Ji bo kesên ku PKK’ê weke hinceta êrişên Tirkiyê nîşan didin; îro li hemberî bêrêziya li ser nexşeya Kurdistanê bêdengin.

Dewleta Tirk ji bo pûla ku wêneyê Papa li ser nexşeya Kurdistanê hatibû çêkirin gefa cezayên herî giran li Hewlêrê dixwe.

Ez dibirsim, ne Papa PKK’ye ne jî dîzaynêrê pûlê Cemîl Bayike, we bi xwe ev pûl çêkir, ka hûn ji bo vê çi dibêjin?

Ev yek jî careke din nîşan da ku sedema dijminatiya dewleta Tirk a li hember kurdan ne PKK ye.”

Şaswar Ebdulwahîd: Çênabe PDK li hember heqaretên Tirkiyê bêdeng be

Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdulwahîd jî bal kişand li ser helwest û bêdengiya rayedarên Başûrê Kurdistanê ya li beramberî bêrêziya dewleta Tirk û got:

“Kanî helwesta wan ên ku qala netewbûnê dikirin, ji bo çi bê helwest in?

Diviya bû berpirsên Herêma Kurdistanê herî kêm li ser pîroziyên gelê me helwest nîşan bida. ”

Çavdêrên siyasî: Heqaretên Tirkiyê encama siyaseta PDK’ê ya şaş e

Çavdêrên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî diyar kirin ku dijberiya dewleta Tirk a li hemberî nexşeya Kurdistanê dubarekirina înkarkirina hebûna gelê Kurde.

Çavdêrê siyasî Burhan Şêx Reûf bertek nîşanî helwesta PDK’ê da, diyar kir dewleta Tirk naxweze bi navê Kurd Kurdîstan tiştek hebe û got:

“Diviya hikûmeta herêmê bi daxuyaniyek fermî helwesta dewleta Tirk rexne bikin, berovajî paş gav avêtin, ev yek nayê qebûl kirin.”

Çavdêrê Siyasî Hesen Baran jî da xuyakirin ku siyaseta hikûmeta başûr ya şaş hîşt ku êdî dewleta Tirk mudaxaleya pûla Kurdistanê jî bike.

Back to top button