DYA, YE Û NY piştgirî da rapora “OPCW”

Amerîka, NY û YE piştgirî da rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî (OPCW), ku tê de bikaranîna hikumeta Şamê ya çekên kîmawî li dijî Idlibê piştrast bû. Lê weke timî, hikumeta Şamê û alîgira wê Rûsya li dijî vê raporê derket û ew bi ya “dûrî rastiyê” bi nav kir.

Rapora Rêxistina Qedexeya Çekên Kîmyawî (OPCW) ji aliyê Waşingtonê hat piştraskirin, lê weke her carê ji aliyê hikumeta Şamê ve vala hat derxistin.

OPCW vê mehê derbarê êrîşa hikûmeta Şamê ya li dijî bajarokê Seraqib ê Idlibê raporek weşand.

Li gorî raporê, hikûmeta Şamê di êrîşa 2019’an a li ser vê herêmê de, xaza klor a qedexekirî bi kar anîbû û di encamê de 12 kes birîndar bûn.

DYA: Bi xaza sarîn û klorê rejîm dikare hîna çekan çêbike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amarîka Ned Price destnîşan kir ku welatê wî piştgiriya raporê dike.

Li gorî Price, Amerîka dibîne ku rejîma Esed ji madeyên kîmyawî yên li gel wê, mîna xaza Sarîn û klorê, dikare çekên kîmyawî yên nû pêş bixe.

NY: Divê hesab ji sûcdaran were pirsîn

Berdevkê NY Stefan Dujarric da zanîn ku Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres naveroka raporê ji nêzê ve şopandiye û metirsiya xwe der barê bikaranîna çekên kîmyawî aniye ziman.

Dujarric diyar kir ku Guterres bikaranîna van çekan bi tundî şermezar kiriye û daxwaz kiriye ku hesab ji sûcaran were pirsîn.

YE: Hikûmeta Şamê pabendî peymana qedexeya çekên kîmyawî nebû

Yekîtiya Ewropa jî piştgiriya xwe da rapora OPCW..

Wezîrê Derve yê Yekîtiyê Josep Borrell destnîşan kir ku hikûmeta Şamê bi ti awayî li gorî peymana qedexekirina çekên kîmyawî ku berî 7 sal berê hatibû îmzekirin, tev negeriyaye.

Hikûmeta Şamê: Rapora “OPCW” ji bo berovajîkirina rastiyan e

Lê bersiva aliyê tawanbar her tim mîna bersivên berê xwe ne..

Hikumeta Şamê li ser zimanê Wezareta xwe ya Derve îdia kir ku rapora rêxistina Qedexeya Çekên Kîmyawî ji rastiyê dûr e û bi armanca berovajîkirina rastiyan hatiye.

Rûsya: Rapor li dijî rastiya “OPCW” ye

Hevalbenda Hikûmeta Şamê Rûsya jî derbarê mijarê de bêdeng nema.

Cîgirê Nûnerê yekem ê Rûsya di NY’yî de got:

Rapor derbeyek din a li dijî rastiya OPCW’yê ye.

Li ser vê xakê, bikarhînere din ên çekên kîmawî hene, ew jî dewleta Tirk e..

Her çi qas heta niha hikumeta Şamê li ser sûcên xwe nehatibe darizandin jî, lê kêm-zêde bi gotinan be jî, ew dibe rojeva civaka navdewletî.

Tirkiye û dûvikên xwe kîmawî bi ser Efrîn, Serê Kanî û her wiha taxa Şexmeqsûda Helebê de barandin, lê ji qada navdewletî çi bertek hatin?

Back to top button