Piştî Amerîkayê, hêzên NATO’yê jî biryara vekişîna hêzên xwe ji Efxanistanê da.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ragihand ku di 1ê Gulanê de wê hêzên bîyanî û di nav de hêzên NATO yên li Efxanistanê, dest bi vekişînê bikin.
Ev biryar, piştî civîna bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Parastinê yê Amerîka Lloyd Austin re hat standin.
Stoltenberg, Blinken û Austin diyar kir ku vekişîna ji Efxanistanê, nayê wateya ku ew ê xwe ji piştî wî welatî bidin alî û ew ê piştirgiriya xwe ji bo Efxansitanê bidomînin.