Îro li bajarê Hesekê û navçeya Amûdê, merasîmên Şehîdan hatin lidarxistin…
Li Hesekê, 3 şehîdên YPJ û QSD’ê ku di dem û herêmên cuda de şehîd bûbûn, hat lidarxistin.
Li gundê Sinceqa Xelîl a Amûdê jî Gerîlaya YJA Starê Amargî Cûdî ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de li Heftanînê şehîd bûbû bi merasîmekê hat bibîranîn..
Îro li bajarê Hesekê, merasîma oxirkirina cenazeyên 3 şehîdên ku di dem û herêmên cuda de şehîd bûbûn, hat lidarxistin.
Bi sedan şêniyên Hesekê beşdarî merasîma oxirkirina şehîda YPJ’ê Zozan Sema (Rûken Aras) û her du şehîdên QSD’ê Ebdulezîz Hisên û Elî El-Tehîjî (Hemze Hesekê) bûn.
Cenazeyê şehîdan ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan hatin wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawiyê ve hatin birin..
Li goristanê, merasîma leşkerî hat lidarxistin..
Di merasîmê de, bi navê hêzên leşkerî ji fermandarên QSD’ê Evîndar Dêrik axivî.
Evîndarê got: “Piştî şoreşa Rojava û gelek destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, dagirkeriya Tirk gef û êrişên li dijî herêmê didomîne.”
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ebdul-rezaq Ehmed jî diyar kir ku ew ê rêya şehîdan bişopînin heta ku xeyalên wan ên azadiyê pêk tên..
Endamê meclisa bajarê Hesekê Iyeda El-Keraf balkişand ser êrişên dewleta Tirk û got, ew ê parastina xaka xwe bikin û li hember van êrişan bisekinin.
Piştî axaftinan, wesîqeya şehîdan radestî malbatên wan hat kirin..
Di dawiya merasîmê de, ji bo oxirkirinê, cenazeyê şehîd Rûken Aras ber bi goristana şehîd Rûstem Cûdî a gundê Berkevirê, şehîd Ebdulezîz ji bo Goristana Şehîdan a Til Temirê hat rêkirin û şehîd Hemze Hesekê jî ber bi goristana malbata wî ya li gundê Bab El-Ferec a Holê ve hat rêkirin.
Gerîla Amargî Cûdî li gundê Sinceqa Xelîl a Amûdê bi merasîmekê hat bibîranîn
Li gundê Sincaqa Xelîl a Amûdê jî îro bi beşdarbûna endamên PYD, Kongreya Star, MSD, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, meclisên malbatên şehîdan û şêniyên Qamişlo merasîma bîranînê hat li darxistin..
Di merasîmê de, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Amûdê Siwer Elî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest…
Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Amûdê jî Seîd Hirso axivî û got:
“Kes nikare vî gelî bê îrade bike. Ji ber ku ev gel hêz û îradeya xwe ji şehîdan digire.”
Bi ser navê Kongra Star Roza Tolhildan û li ser navê PYD’ê jî Şemsîxan Culo aixivin, sersaxî ji malata şehîd re xwestin û gotin:
Bila gelê me û dijmin baş bizanin ku şervanên vî gelî xwe paşve nakişînin. Ev gel dê bi berxwedanê bighêje serketinê.
Her wiha li ser navê MSD’ê jî Cewahir Îbrahîm axivî û destnîşan kir ku dê bi îradeya gelan êriş werin têk birin..
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Amargî Cûdî radestî dayika wê hat kirin.