Li Zapê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li herêma Zapê gerîlla bi ser çeperên artêşa Tirk a dagirker de girtin..
Di çalakiyê de 3 eskerên dagirker hatin kuştin..

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rewşa şer û berxwedana li herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek rojane da.

Li gorî vê,

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 2’ê Mijdarê li qada Kela Bedewê ya herêma Zapê, hêzên gerîlla bi ser çeperên artêşa dagirker de girtin.

Di encama vê çalakiyê de, herî kêm 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Her wiha çeperek hate îmhakirin û derb li sîstema kamera ya mobesse û sîstemeke radarê hate xistin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku heman rojê li herêma Xakurkê, qada Girê Şehîd Şerîf û li herêma Zapê jî qada Girê Şehîd Simko ji aliyê balafirên şer ve hatin bombardimankirin.

Back to top button