Li Tûnisê rewşa awerte heta dawiya 2023’an hat dirêjkirin

7 salin li Tûnisê rewşa awerte heye.
Diyare ev rewş wê dewam bike.
Bi biryarnameya serokomariyê Rewşa Awerte heta dawiya sala 2023’an hat dirêjkirin.

Rewşa Awarte ku piştî êrîşên bombeyî yên sala 2015’an li Tûnisê hatibû îlankirin, heta dawiya sala 2023’an hatiye dirêjkirin.

Herî dawî li Tûnisê rewşa awarte ji aliyê Serokkomar Qeyîs Seîd ve di 30’ê Kanûna 2022’an de heta 31’ê Çileyê hatibû dirêjkirin.

Piştî êrîşa bombeyî ya ku di 24’ê Mijdara 2015’an de li ser Kolana Muhammed Hamîs li dijî Yekîneya Parastina Serokomariyê hatibû kirin, ji bo mehekê li welat rewşa awarte hatibû ragihandin.

Piştre rewşa awarte gelek caran hatibû dirêjkirin.

Li gorî rewşa awarte Wezareta Karên Hundirîn û yekîneyên ewlekariyê dikarin civîn û derketina kolanan qedexe bikin.

Her wiha bêyî destûra dadgehê dikare lêgerînê pêk bîne û çapemeniyê kontrol bikin.

Back to top button