Li Belucistanê hêzeke zêde hatiye belavkirin

Hêzên Îranê li Sistan û Belucistanê hêzeke zêde ya leşkerî belav kiriye.
Ji bo piştevaniya serhildanê, li Îtalya û Norwecê çalakî hebûn.

Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ yên ku bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên Îranê ve destpêkirî, di meha 5’an de ye.

Weke Îniyên derbasbûyî li parêzgehên Sistan û Belucistanê bi taybet li bajarê Zahîdanê xwepêşandanên mezin tên li darxistin.

Hêzên deshilata Îranê ji bo dawî anîna xwepêşandanên hêzek mezin ya leşkerî li parêzgeha Belucistanê bi cih kiriye.

Duh li ser asîmanê bajarê Zahîdanê helîkopter digeriyan.

Li gorî melayê Mizgefta Mekî ya Zahîdanê Mewlewî Ebdulhemîd ragihandî, li Zahîdan herî kêm 15 xalên kontrolê hatine danîn.

Li bajarê din yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakiyên nerazîbûnê bi awayên cur be cur dewam bûn.

500 akademîsyenan xwestin ceza bên rakirin

Tevî dewambûna xwepêşandan û çalakiyan, zext û êrişên hêzên desthilatiyê jî li dijî xwepêşanderan dewam e.

Li gel binçavkirina hêjmarek din ya xwepêşanderan, cezayê girtîgehê li ser hinek xwepêşanderên girtî de hat birrîn.

Di çerçoveya dijî binçavkirin û girtina çalakvanan de, doh 500 kesayetên akademîsyen bi nameyekê li dijî pejirandina 9 sal cezayê girtîgehê li ser civaknasê navûdeng yê Îranê Seîd Medenî de, nerazîbûn nîşandan.

Seîd Medenî bi tometa ku lêkolînek (tezek) li ser Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nivîsiye û propagandaya li dijî desthilatiyê kiriye, hatiye girtin û 9 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birrîn.

Wezîrê Karê Hindirîn yê Îranê Ehmed Wehîdî di derbarê belavbûna pêla xwepêşandanan de axivî.

Ehmed Wehîdî destnîşan kir ku ne li dijî xwepêşandanên guncawin, pêwîste çalakvan di çerçoveya yasaya desthilatiyê de xwepêşdanan bike.

Beriya niha ji bo pêkanîna xwepêşandanan serlêdan hatibû kirin lê wezaretê red kiribû.

Deshilat ji bo gotarên li ser medya civakî tên belavkirin jî biryarên cezayan derdixin.

Li Venedîk û Oslo yê çalakiyên bo piştevaniya serhildanê

Li gel xwepêşandan û çalakiyên li welat, li dervey welat jî piştgiriya ji bo xwepêşandanan her ku diçe zêde dibe. Duh di heman çarçoveyê de li bajarê Venedîk yê Îtalyayê û li bajarê Oslo yê Norwecê çalakî hatin li darxistin.

Back to top button