Sudanî û Biden li ser rewşa iraqê axivîn

Hikumeta Serokwezîrê Iraqê Sûdanî di nava rojên zehmet re derbas dibe.
Bênirxbûna dînarê Iraqê, bertekên li dijî rêveberiya Sudanî zêde kiriye.
Piştî vê yekê Sudanî ji Serokê Amerîka Joe Biden daxwaza alîkariyê kir.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî û Serokê Amerîkayê Joe Biden duh bi şev peywendiyek telefonî pêk anî.

Koşka Spî li ser peywendiya navbera aliyan daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê behsa bernameya aborî ya hikumeta Iraqê û serweriya xaka Iraqê hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku Biden piştgiriya xwe ya ji bo alîkarî dayîna Iraqê dubarekiriye.

Hêjayî gotinê ye tê payîn di 8-9’ê Sibatê de şandek Iraqê bi serokatiya Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên serdana Amerîkayê bikin.

Hikumeta Sudanî ji ber krîza aborî ya di nava hefteyên dawiyê de li welat kur bûye, tengav bûye.

Di demekî ku hikumet li çareseriyê digere de, bênirxbûna dînarê Iraqê, rewşê aloztir dike.

Ji bo çareseriya rewşê hikumet li ser hev peyamên hişyariyê dide.

Back to top button