Îstixbareta Alman: Gef li rojnamevanan tê xwarin

Îstîxbarata Alman encamên muhtemel ên hilbijartinên Tirkiyê yên li ser Almanya ji nêz ve dişopîn e.
Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn diyar kir ku rojnamegerên mixalîfên Tirk yên li Almanya tên şopandin û gef li wan tê xwarin.

Li Tirkiyê dema hilbijartina parlamento û serokomariyê nêz dibe.

Şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan herî dawî ragihandibû ku wê hilbijartin 14’ê Gulanê pêk were.

Li gorî vê wê qedexeya propagandaya hilbijartina li Almanya 14’ê Sibatê despê bike.

Beriya hilbijartinê bi 90 rojan ku weke dema herî germ ya propagandaya hilbijartinê ye li Almanya wê qedexe hebe.

Wê di nava vê demê de, nûnerên hikûmetê û wekîlên Tirkiyê nikarin li Almanyayê çalakiyên bi armanca hilbijartinê pêk bînin.

Tê dîtin ku parlamenterên AKP’ê ji Îlona 2022’an û vir ve serdana xwe ya li Ewropayê û di serî de Almanyayê zêde kirine.

Heta gefên Parlamenterê AKP’ê yê Nevşehîrê Mustafa Açikgoz ku hefteya bihurî di civîna li Neussê de, xebatên hilbijartinê yên li Almanyayê zêde bal nedikişand.

Piştî van gefên Açikgoz, xebatên parlamenterên Tirk ket rojeva raya giştî ya Almanyayê.

Saziya Parastina Destûra Bingehîn (BfV) çi got?

Hem Rêveberiya Polîsan a Federal a Alman (BKA) hem jî Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn (BfV) ku ji îstîxbarata navxweyî berpirsyar e, nerazîbûnên ku ji ber hawîrdora hilbijartinê ya li Tirkiyê dibe ku li Almanyayê bên kirin, dişopînin.

Rêveberiya Polîsan li ser mijarê ji çapemeniya Alman re axivî û diyar kir ku bertekên kampanyayên hilbijartinê yên Tirkiyê yên li ser Almanya û encamên wê yên muhtemel ji aliyê yekîneyên ewlehiyê ve tên şopandin.

Li gorî saziyên navborî, xebatên herî bi bandor ên AKP’ê yên di hilbijartinê de ji aliyê Yekîtiya Demokratên Navneteweyî (UID) ve tê meşandin.

Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn behsa rewşa rojnamevanên mûxalîf ên li Almanyayê jî kir û wiha got:

“Li aliyekî alîgirên hikûmetê hene, neteweperestên Tirk û rastgirên tundrew, li aliyê din hêzên muxalefeta demokratîk, rêxistinên tundrew hene.”

Rêxistinê diyar kir ku rojnamegerên muxalif tên şopandin û hewl tê dayîn bi gefan bên tirsandin û got:

Erka me jî şopandina rewşê û di dema pêwist de destwerdankirin e.

Piştî nîqaşên li Almanya, rejîma AKP’ê xebatên xwe yên hilbijartinê derbasî Belçîka, Hollanda û Fransayê dike.

Back to top button