Tankên Leopard yên Belçîka xistîn depoyê biqîmet bûn e

Rêveberiya Belçîka bi sedan tankên Leopard 1 bi hinceta êdî pêwist nakin firotibûn şirketeke pişesaziya parastinê.
Tê îdiakirin ku ji bo her tankek ku nirxê xwe 10 heta 15 hezar euroyî bû, niha 500 hezar euro tê xwestin.

Ji despêka meha zivistanê re, şerê li Ukrayna derbasî pêvajoyek nû bûye.

Ew pêvajo jî şerê bi çekên giran e.

Rêveberiya Ukrayna di her fersendê de banga çekên giran û tankên Leopard yên Almanî dike.

Welatên Rojava ji bo şandina van tankan ketine tevgerê.

Dema rewş wiha bû, çav vegeriyan li ser Belçîka.

Ji ber ku ew yek ji welatên Ewropa yê herî zêde tankên Leopard 1 li gel e.

Lê ya balkêş hikumeta Belçîka ev tank beriya 10 salan bi hinceta ev tank êdî nayên bikaranîn firotibû şirketeke girêdayî Wezareta Parastinê.

Bi gotineke din niha di destê hikumetê de ti tankek ku bişîne Ukrayna nîne.

Niha tankên teqawîdbûyî ketine rojeva hikumetê.

Lê şirketa OIP ya ev tank kirine nirxekî pir û pir zêde dixwaze.

Bi sedan tank li bajarê Tournai yê sînorê Fransa tên ragirtin.

Şirket û hikumeta Belçîka li ser bazara tankan hev tewambar dikin.

Dedonder: Ji bo tankan pereyê herî zêde tê xwestin

Wezîra Parastinê yê Belçîka Ludivine Dedonder ji radyoya Bel-RTL re axivî û got:

Beriya niha nirxê van tankan 10 heta 15 hezar euroyî bû.

Lê niha nirxekî herî bilind tê xwestin.

OIP Land Systems îdiayên ji bo her tankekê 500 hezar euro dixwazin red kir

Rêveberê şirketa OIP Land Systems li dijî îdiayên ku dibêjin ew ji bo her tankekê 500 hezar euroyî dixwazin, bertek nîşan da.

Tê gotin li depoya şirketê, nêzî 400 maşîneyên zirxî hene.

Ji nîvê wan zêdetir dikare careke din ji bo karanînê werin amadekirin.

Beriya niha jî li şirketê maşîneyên zirxî yên hatîn kirîn û bo Ukrayna hatîn şandin hene.

Back to top button