MSD’ê li Reqayê panelek li dar xist

MSD’ê li Reqayê bi sernavê “Ber bi hevgirtina civakî û siyasî ve” panelek li dar xist. 

Di panelê de endamê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî Mistefa Balî axivî û got:

“Li gel hemû dewletên cîhanê proje hene ku alîkariya bikin.

Rûsya hewl dide herêmê li gorî berjewendiyên xwe parçe bike.

Ji lew re divê em li hember hemû astengiyan hevgirtî bin.”

Li aliyekî din jî şêx Mihemed Nûr El Zîb wiha got:

“Şandeyeke ji nûnerên MSD’ê gelek serdan ji şêxên eşîran re kirin.

Ji salan ve gel û pêkhate bi hev re dijîn, lê hin dewlet hewl didin vê têkiliyê qut bikin.”

Her wiha şêx Lorans El Borsan ê ji eşîra El Welde jî got:

“Hevgirtina civakî û benesaziya eşîran sedemên herî girîng ên hevgirtina civakî ne .

Divê em hevgirtî bin û ji rêveberiyê nêz bin”.

Rûspiyê eşîra El Ulî, şêx Remedan El Rehal jî wiha got:

“Divê pêdiviyên bingehîn ji gel re werin peydakirin.

Divê hevgirtina civakî û Rêveberiya Xweser de were xurtkirin.

Back to top button