“Divê hikumeta Şamê bi Sûriyeyan re diyalogê bike”

Rûspiyên eşîrên erebî bang li hikumeta Şamê kir ku diyalogê bi sûriyeyan û Rêveberiya Xweser re bike.

Girêdayî mijarê yek ji rûspiyên eşîra El Bo Xalib a ji êla Şerabîn, Fereh Îbrahîm Mela Hesen axivî..

Fereh Îbrahîm da zanîn ku hêzên navneteweyî û herêmî tenê li berjewendiyên xwe digerin û got:

Hevdîtina hikumeta Şamê bi dewleta Tirk re cihê rexnê ye ..

Çareya herî guncaw ji krîza Sûriyeyê re di rûniştina sûriyeyan de ye …

Rûspiyê eşîra Benî Seba Ebdullah Ehmed El Ketmîr bi rûspiyê eşîra El Bo Xalib re li hev kir û wiha got:

“Armanca dewleta Tirk ji vê nêzîkbûnê berjewendiyên xwe pêk bîne..

Ev yek jî li ser yekitiya xaka Sûriyeyê xeteriyek e.”

El Ketmîr bang li hikumeta Şamê kir ku ji dêvla diyalogê bi sûriyeyan re bike..

Li aliyekî din jî rûspiyê eşîra El Bo Asî Mihemed Muslih El Yûsif jî dibêje :

“Divê tedbîrên diyalogeke cidî di navbera aliyên Sûriyeyê de bên kirin ..”

Back to top button