“YPJ di Operesyona Tolhildana Şehîdên Reqayê de bi roleke sereke radibe”

Ji fermandarên YPJ’ê Diljîn Kobanê diyar kir ku YPJ di Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de bi roleke girîng radibe û got :
“Bersiva me diyar e û serkeftin dê ya me be.”

Ji fermandarên YPJ Diljîn Kobanê têkildarî Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê axivî.

Diljîn Kobanê diyar kir ku piştgiriyeke mezin a gel ji pêngava wan re heye û got:

Di pêngavê de me xwe gihand gelek şaneyên girêdayî DAIŞ û MÎT’ê ..

YPJ di operasyonê de bi roleke sereke radibe.

Wek YPJ me bi taybet xwest tev li vê operasyonê bibin.

Rola sereke dikeve ser milê şervanên YPJ’ê.

Diljîn Kobanê da zanîn ku cara ewilî hevalên me yên jin bersiv dabû êrişa çeteyan a li hemberî Reqayê.

Ev ji bo me rûmetek e, her pêngava ku jin tê de cih digirin, ji bo me serkeftinek e.

Back to top button