Amed Malazgîrt: Ji 2016’an ve li herêmê medya şereke dijwar rû dide

Ji fermandarên biryargeha NPG’ê Amed Malazgîrt anî ziman ku ji ber bexwedaniya gerîla dagirkeriya tirk ev 9 mehe negişitiye armanca xw, heta li gelek devera reviya.
Amed Malazgîrt diyar kir ku şerên herema parastina medyayê wê di sala 2023’an de hîn dijwartir bibe, divê her kes li gor wê hesabê xwe bike.

Ji fermandarên biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt tevlî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û mijarên di rojevê de nirxand.

Amed Malazgîrt diyar kir ku dewleta Tirk ji sala 2016’an heta niha bi êrişên dagirkirina herêmên Parastina Medyayê ve dixwaze gerîla têk bibe û bigihije encamê.

Amed Malazgîrt got:

“Dewleta Tirk ev pênc-şeş sal in ser Heremê Medya operasyon kir

Lê li hember berxwedana gerîla derbe xwar-

Ew difikirî ku di demeke kurt de xeta Avaşîn, Zap û Metîna bigre.

Piştre berê xwe bidin Rojava.”

“Artêşa dagirker ji ber têkçûna xwe çekên kîmyewî kartîne”

Amed Malazgîrt diyar kir ku taybet piştî berxwedana gerîla li hember êrişên 14’ê Nîsanê destpêkiribû, dewleta tirk dît nikare wisa hêsan planên xwe pêkbîne ji ber wê serî bikaranîna çekên kîmyewî dan.

Li hemberê Sûcên dewleta Tirk a dagirker Malazgîrt balkişand li ser hewlesta hêzên derve û ev nirxandin kir:

Dewleta Tirk zextê li der û dorê dike û bi her awayî êrîşê hêzên me dike.

Li dijî gerîla çekên kîmyewî bikartîne û cîhan jî li hember vê yekê ker û lal e û çavên xwe digire.

Amed Malazgîrt: Cîhan li hember sûcê Tirkiyê bi bêdengiya xw hevkar e

Ji ber ku cihan bertek nîşan nade çavê xwe digre, dewelta tirk vê yekê cesaret digre û sûcên xwe didomîne.

Derbarê vê sûcê Tirkiyê de hinek belgeyên din dest me de hene.

Ger welateke din li hember hêzekî van çekan bikarbianiya niha ew dewlet di dadgeha Mafê Mirovan de wê bihata darizandin.

Amed Malazgîrt: Wê şer di sala 2023’an de dijwartir bibe

Amed Malazgîrt diyar kir ku di encama berxwedaniya gerîlayan de artêşa dagirker hin cihê weke Rojavayê Zapê, girê Hakkarî, girê ser yê Amediyê vekişiya û ev neh mehe encam negirtiye.

Fermandarên biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt diyar kir ku wê şer di sala 2023’an de hîn dijwartir bibe, divê her kes li gor wê hesabê xwe bike.

Back to top button