4’emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Suryan ên Sûriyê li Qamişlo hat lidarxistin. Di kongreyê de li ser girîngiya têkoşîna jinan ya di azadiya jin û civakê de nîqaşên girîng hatin kirin. Her wiha hat diyar kirin ku divê jin li hember her cure êrişan bisekinin û li berxwe bidin.
Bi dirûşma ‘Wekheviya Mirovan Di Navbera Zayendan de’ 4. kongreya Yekîtiya Jinên Suryan bi beşdariya 80 delegeyî li Hola Selam a Qamişloyê hat lidarxistin.
Di kongreyê de nûnerên ji deste, saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl û endamên Koordînasyona Jinan amade bûn.
Ilham Mutlî: Jinên Suryan di her qadên civakê de xwe îsbat kirin
Di kongreyê de Berpirsa Rêxistina Yekîtiya Jinên Suryan Ilham Mutlî axivî û got:
“Tevî zehmetiyên heyî jinên Suryan biserketin û ev yek jî bi saya berxwedan û alîkariya jinên Beth Nehrên pêk hat.”
Ilham Mutlî diyar kir ku jinên Suryan di şoreşê de xwe îsbat kirin û wiha got:
“Em niha dibînin ku jinên Suryan di warên leşkerî, siyasî û civakî de cihê xwe girtiye û li hember her cure astengiyan têkoşînê dikin.
Jinên Suryan di Rêveberiya Xweser de nûnertiya gelê xwe yê Aşûrî, Kildanî û Suryanî dikin.”
Ruba Qewmî: Êrişên dagirkeran me lawaz nakin
Endama rêveber a Hêzên Sotoro Ruba Qewmî jî axivî û da zanîn ku tevlîbûna jinên Suryan di nava hêzên leşkerî de hêz û vîna wê îsbat kir.
Ruba Qewmî îşaret bi êrişên li ser herêmê kir û got:
“Herî dawî di êrişeke dewleta Tirk de hevreyekî me şehîd bû, êrişên bi vî rengî me lawaz nakin lê belê me xurtir dikin.”
Edalet Omer: Divê jin li dîrokê vegere û xwe birêxistin bike
Endama Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser Edalet Omer jî diyar kir ku divê jin dîrokê baş bixwîne û li dîroka xwe vegere û got: “Jin bi naskirina dîroka xwe dê karibe biserkeve.
Ji bo parastina şoreşa jinê pêwîstî bi hêz û îradeyek ji pola heye.
Divê jin xwe birêxistin bikin û li hember her cure êrişan şer bikin.”
Di kongreyê de rêzikname hat nîqaşkirin û erêkirin û sînevîzyonek li ser xebatên 2 salan ên yekitiyê hat pêşandan.