Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD bi desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûrî re civiya.
Fermadarê QSD’ê Mezlûm Ebdî di civînê de bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk, planên guhertina demografîk û paqijiya etnîkî û diyar kir ku QSD wê bi hemû pekhatiyên Sûriyê ewlehiya herêmê biparêze.
Her wiha Ebdî destnîşan kir ku divê di her lihevkirineke navdewletî û herêmî de, mafên gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî were parastin.
QSD’ê bi Desteya Rûspiyan re civiya
Desteya Rûspiyan: Em ê li rex QSD’ê destkeftiyan biparêzin
Rûspiyan jî di civînê de teqez kirin ku wê piştgirî bidin QSD’ê û destkeftiyên heyî biparêzin.
Her wiha Rûspiyan li dijî hewldanên ku yekîtiya pêkhateyan hedef digire, girîngiya yekîtî û hevgirtinê jî anî ziman.