Tora Sûrî: Ji sala 2011’an ve li sûriyê 28 hezar Jin hatine kuştin

Ji sala 2011’an ve, ango ji destpêka aloziya Sûrî ve piraniya wan jî li ser destê Rejîma Sûrî, Îran û çeteyên dewleta Tirk a dagirker 28 hezar jin hatine kuştin.
Bi boneya roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, Tora Sûrî ya Mafên Mirov raporek derbarê jinên ku ji destpêka şerê li Sûriyê hatine kuştin amade kir.

Li gorî raporê ji sala 2011’an ve zarok jî di nav de 28 hezar jin li Sûriyê hatine kuştin.

Di raporê de tê destnîşankirin ku piraniya van jinan li ser destê Rejîma Sûrî, Îran û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Di raporê de ev agahî hatin parvekirin.

TORA SÛRÎ YA MAFÊN MIROV

JI SALA 2011’AN VE LI SÛRIYÊ:

BI GIŞTÎ 28 HEZAR JIN HATINE KUŞTIN

21 HEZAR Û 856 JI ALIYÊ REJÎMA SÛRÎ Û ÎRANÊ VE HATINE KUŞTIN

HEZAR Û 479 JI ALIYÊ RÛSYAYÊ VE HATINE KUŞTIN

2 HEZAR Û 280 LI SER DESTÊ ÇETEYÊN DEWLETA TIRK Û DAIŞ

117 LI SER DESTÊN ALIYÊN NENAS HATINE KUŞTIN

Leave a Reply

Back to top button