Vegera Heciyan a ji bo welat dest pê kir

Rêûresmên Heciyan yên li Mekkeyê êdî bi dawî dibin.
Piştî kevir avêtina şeytan, heciyên ji 150 welatan dest bi vegera warên xwe kirin.

Namzetên hecê yên ji 150 welatan ketibûn ser rêya Mekkeyê dest bi vegerê kirin.

Mîlyonek û 845 hezar kesên ku bûne Hecî ketin ser rêya vegera welatê xwe.

Mislimanên ji çar aliyê cîhanê ji bo ku erka hecê bi cih bînin çibûn axa pîroz.

Heciyên ku di roja 8’ê Zul Hiceyê de çûn Erefatê û îbadeta herî girîng a hecê kirin, gihiştin roja dawî a hecê.

Heciyan di roja Erefatê de beriya Cejna Qurbanê li gorî adeta heyî “şeytan dane ber keviran”.

Merasîma kevirkirina şeytên ku heciyan di sibeha cejnê de bi avêtina 7 keviran dabûn destpêkirin, bi dawî bû.

Piştî vê jî hecî ji bo vegerê ketin ser rê.

Kesên ku bernameya wan a vegerê ji Cîddeyê bo welatê xwe hebû bi awayekî bernameyî ji bajêr derdikevin.

Gelek hecî ji bo ziyareta gora Pêxember bikin çûne Medina-i Mûnewere.

Tê texmînkirin ku nêzî 3,5 milyon heciyên bajarê Mekkeyê di roja çaremîn a cejnê de ji bajêr derkevin.

Bi vî awayî tê pêşbînîkirin ku herikîna çûnûhatinê ya ku ev 3 roj in girtî ye, normal bibe.

Mîlyonek û 845 hezar kesên din bûne hecî

Hêjayî gotinê ye ku îsal ji 150 welatanên cîhanê milyonek 660 hezar û 915 namzetên hecê ji welatên derve çibûn hecê.

Her wiha 184 hezar û 130 namzetên hecî jî li nava Erebistana Siûdiyê bûn.

Hejmara heciyên welatên erebî bo axên pîroz 346 hezar û 214 bû.

Bi vê yekê re Mîlyonek û 845 hezar kes bûne Hecî.

Îsal ji 150 welatan 1,8 mîlyon kes bûn hecî

Back to top button