Îsal ji 150 welatan 1,8 mîlyon kes bûn hecî

Erebîstana Siûdî ragihand ku îsal ji 150 welatanên cîhanê namzetên Hecê xwe gihandine Mekkeyê.

Li gorî vê,

Mîlyonek û 845 hezar kes bûne Hecî.

Mislimanên ji çar aliyê cîhanê ji bo ku wecîbeya hecê bi cih bînin li axa pîroz in.

Erebistana Siûdî hat ragihandin ku îsal ji 150 welatan milyonek û 845 hezar kes hatine hecê.

Di daxuyaniya Siûdiyê de hat diyarkirin ku ji dervaye welat milyonek 660 hezar û 915 namzetên hecê gihiştine welat.

Her wiha 184 hezar û 130 namzetên hecî jî li nava Siûdiyê bûn.

Îsal hejmara heciyên welatên erebî bo axên pîroz 346 hezar û 214 bû.

Ev rêje li gorî giştî dike ji sedî 21.

Ji sedî 63,5ê hejmara heciyên welatên Asyayê ye.

Ji welatên Afrîkayê ji sedî 13,4’ê heciyan hat ragihandin ku ji Ewropa, Amerîka, Awûstralya û welatên din jî ev rêje di asta ji sedî 2,1 de maye.

Hat ragihandin ku milyonek û 593 hezar û 271 hec bi rêya hewayî, 60 hezar û 813 hec bi rêya bejahî û 6 hezar û 831 hec jî bi rêya deryayê hatine axên pîroz.

Paçê li derdora Kabeyê hate paqijkirin

Ji ber jimara zêde ya namzetên hecî û toza ku ev 30 roje dardibe, şevê din paçê derdora Kabeyê hate paqijkirin.

Bi destpêkirina mewsima hecê re qapaxa Kabeyê 3 metre ji binî ve tê bilindkirin û beşa ku derketiye holê bi qumaşê pembû yê spî tê pêçandin.

Bi vê yekê re, hewil dtê dayîn ku ziyan negihêje jora Kabeyê.

Dema wextê Hecê diqede disan paç vedigerînin weke berê.

Namzetên Hecê li Erafatê ne

Back to top button