Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK têkildarî Dag û Er daxuyanî da

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê daxuyaniyek weşand.
KCK’ê diyar kir ku PDK ji rewşa jiyanî û tenduristiyê ya Dag û Er berpirsyar e û bang li her kesî kir ku dijî siyaseta PDK’ê bibin xwedî helwest.

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku nêzî 5 sal in ji aliyê PDK”ê ve hatine girtin:

Dijî êşkence û kirinên PDK Dag û Er 44 roj in di grêva birçîbûnê de ne.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

KCK’ê ragihand PDK ji bo pêkanîna daxwazên dewleta Tirk a dagirker cezayê darvekirinê li van du ciwanên Kurd birî ye û wiha got:

Tenê cezayê van ciwanan ew e ku tola terorê û kuştinên dewleta Tirk ên ku li Başûrê Kurdistanê hilaniye, yek ji serçeteyên tora terorê ya Tirkiyê ceza kiriye.

Cezayê darvekirinê yê li herdu ciwanên Kurd hatiye birîn dûrî pîvanên Kurdbûn, niştimanî û mirovatiyê ye.”KCK’ê bal kişande ser liv û tevgera MÎT’a Tirk ya li Başûrê Kurdistanê û got:

Eger ku cezayê sêdareyê li hinekan bê birîn divê li ew Baasiyên kevin, DAÎŞ’î û musteşarên ku destê wan di xwîna sedan hezaran Kurdên bêguneh de hene bên dayîn.

Li şûna ku ev bên cezakirin, ji aliyê PDK’ê ve tên parastin.

Bi domdarî Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bal kişand ser êşkence û rêbazên tundiyê yên li Dag û Er tên kirin û ev yek got:

Asta herî bilind a vê siyasetê salên 1980’î li Zindana Amedê li ser Kurd û azadîxwazan hatibû kirin.

Ji zindana Xelan bigire heta Zindana Akrê û Hewlêrê, PDK bi vê hişmendiyê û siyasetê li ser welatparêz û şoreşgeran vê nêzîkatiyê raber dike.

Ji êşkencekirina û kuştina Seîd Elçî bigire heta Silêman Mûînî û sedan mînakên weke vê PDK kiriye ku dagirker çi xwestine ew kirine.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê di dawiyê de ragihand PDK ji jiyan û tenduristiya Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er berpirsyar e û ev bang kir:

Divê berî rewşek ne li bendê rû bide, tavilê dawî li vê siyaseta zextê û dawî li sepandinên daxwazên dewleta Tirk a dagirker ku li ser van herdu ciwanên bîne.

Bang li hemû saziyên mafê mirovan, li ser asta navneteweyî û Iraq û Kurdistanê, rewşenbîr, kesayetên siyasî, nîştîmanperwer, hemû hêzên siyasî û Kurdistanî dikin ku bikevin nava liv û tevgerê li dijî siyaset û reftarên PDK’ê.”

Mazlum Dag û Abdurraham er 44 rojin di greva birçîbûnê de ne

Back to top button