Artêşa Ukrayna li herêma Donbasê bi pêşde diçe

Li herêma Donbasê hêzên Ukraynî pêşdeçûna xwe didomînin.
Li aliyê din, Rûsya îdia dike ku di êrişa moşekî ya li ser Ukraynayê de 2 fermdanrên wî hatine kuştin.

16 mehin li welat rewş wiha ye.

Êrişên bejahî û hewayî qet ranewestiyan.

Ukrayna di parastin û Rûsya di kontrolkirina xaka welat de israr dike.

Ev demeke Bahmut bûye navenda şerê herî dijwar.

Artêşa Ukrayna ragihand ku piştî despêkirina pêngava dijber hêzên wan li herêma Bahmutê bipêş de çûne.

Ji aliyê din ve Moskow bi domdarî îdia dike ku aloziya Wagner ya hefteya bûrî wê bandor li şerê wan li Ukrayna neke.

Êvara Sêşemê, Rûsyayê li bajarê Kramatorsk ê Ukraynayê, xwaringehek kiribû armanca êrişan.

Kîev diyar kir ku di encama êrişê de 3 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rûsya: Di êrişa bi moşek de 2 fermdanrên Ukraynî hatin kuştin

Rûsyayê îdia kir ku di êrîşê de 2 fermndarên Ukrayna û 50 keşkerên wî hatine kuştin.

Li Rojhilat jî hat diyarkirin ku artêşa Ukraynayê hewl da leşkerên Rûsyayê yên li Bahmutê paşve bixe.

Fermandarê Hêzên Bejayî yên Ukraynayê Oleksandr Syrskyi di parvekirina xwe ya medyaya civakî de nivîsa “Em bi pêş ve diçin” parve kir.

Fermandarê Rûsya Surovikin xuya nake

Li aliyekî din, Fermandarê Rûsya yê navdar Sergey Surovikin xuya nake.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya cîhanî de hatîn weşandin, Surovikin piştî serhildana Wagner hatiye binçavkirin.

Kiremlîn jî li ser mijarê di parvenekirina agahiyan de bi israr xuya dike.

The Moscow Time: Surovikin hatiye binçavkirin

Rojnameya The Moscow Time jî dibêje, Surovikin hatiye binçavkirin.

Rojnameyê ev agahiya xwe jî spartiye du çavkaniyên nêzî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê.

Yek ji çavkaniyên ku li ser mijarê axivîn wiha got:

“Rewşa wî ya bi rayedaran re nebaş bû.

Ez ji vê zêdetir nikarim bêjim.”

Çavkaniya duyemîn got ku Surovikin di çarçoveya serhildana serokê Koma Wagner Yevgeny Prigozhin de hatiye binçavkirin.

Rûsya bi oşeka êrişî Kramatorsk kir: 8 mirî, 56 birîndar

Back to top button