Ukrayna: Heta niha 130 kîlometre hatiye rizgakirin

Wezareta Parastinê ya Ukrayna got, heta niha 130 kîlometre ji bin kontrola artêşa Rûsya derxistiye.
Danîmarka ya vê hewildana Ukrayna dibîne, daxwaza Kîev ya firotina kirîna F-16 bi erênî nêz bû.
Di vê navberê de, Serokomarê Ukrayna Zelensky di peywendiya li gel Serokê Amerîka Biden de got:
Tişta li Rûsya qewimî, lewazbûna rêveberiya Putin nîşan da.

Hêzên Ukrayna di nava rojên dawiyê de, serketinên xwe yên li hember Rûsya zêde kirine.

Bi krîza Wagner ya li nava Rûsyayê re, Ukrayna moral girtiye.

Alîkara Wezîrê Parastinê yê Ukrayna Anna Malyar daxuyaniyek çapemeniyê da û agahiyên dawiyê parve kir.

Malyar diyar kir ku ji roja êrişa dijber hatî despêkirin û heta niha wan kariye 130 kîlometre xaka welat ji hêzên Rûsya paşde bigrin.

Zelensky: Tişta li Rûsya rûda lewaziya Putin nîşan da

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky piştî aloziya li nava Rûsya bi Serokê Amerîka Joe Biden re axivî.

Zelenky di peyama li ser medya xwe ya civakî parvekirî de got:

Ji bo parastina asîmanan, sîstemên parastinê pir girînge.

Ji ber piştevaniya balafiran jî min spasiya wî kir.

Koşak Spî jî bi daxuyaniyekê peywendiya navbera Zelensky û Biden piştrast kir û wiha got:

Lîderan têkildarî ewlekarî, aborî û alîkariya mirovî axivîne.

Danîmarka dixwaze pîlotên Ukranî bo F-16 perwerde bike

Di vê naberê de, daxwaza Ukrayna ya balafirên F-16 li nava Danîmarka bi awayekî erênî tê temaşekirin.

Hikumeta Danîmarkayê li ser xebatên xwe yên dayîna balafirên şer ên F-16 bo Ukrayna û perwerdekirina pîlotên wê agahî da.

Ukrayna li benda 48 balafirên F-16’an e

Danîmarka li cihê balfirên xwe yên F-16 ku ev 40 sale bikar tîne, balafirên F-35 A bicih dike.

Danîmarka niha 43 F-16 hene.

30 ji wan di xizmeta artêşê de ye.

Hikumeta Danîmarkayê pêşbînî dike ku heya dawiya sala 2025′-an veguheztina ji F-16 bo firokeyên şer ên F-35 biqedîne.

Ukrayna ku piştî êrişa Rûsyay ya li ser welat di her fersendê de daxwaza balafirên F-16 kiribû.

Çira kesk ji bo perwerdekirina pîlotên Ukraynî bû F-16 meha borî hat pêxistin.

Di çarçoveya vê projeya ku Amerîka piştgiriya wê dike de, hin welatên Ewropayê ragihandin ku wê pîlotên Ukraynayê perwerde bikin.

Lê heta niha ti welatekî biryar nedaye ku van firokeyên ku Amerîka çêkiriye bide Ukraynayê.

Hêza hewayî ya Ukraynayê ragihand ku ew li benda 48 balafirên F-16’an in.

Back to top button