Li Tirkiyê krîza aborî: Dolar 26 TL derbas kir

Şefê rejîma Tirk Erdogan krîza aborî ya li nava welat kur dike.
Polîtîkayên rejîmê asta hejariyê ji her demî zêdetir kir.
Piştî biryara faîzê ya Banka Navendî, dolarî rekorên hemû deman derbas kir û 26 lîre derbas kir.

Piştî biryara faîzê ya Banka Navendî, kur ên dovîzê dîsa bilind bûn.

Dolarî, rekorên hemû deman derbas kir.

Dolar, li hemberî lîreyê tirk ji sedî 2,3 zêde bû û derket 26.02272 lîreyan.

Her wiha euro jî rekora hemû deman derbas kir.

Ji saetên nîvroyê ve euro ji sedî 4 zêde bû û bû 28,39 lîre.

Fiyetên zêr jî rekora xwe derbas kir.

Grama zêr derket hezar û 575 lîreyan.

Zêrê çaryek bi 2 hezar û 568 lîreyan, nîvzêr bi 5 hezar û 138 lîreyan û zêrê komarê jî derket 10 hezar û 240 lîreyan.

Back to top button