CENAZEYÊ ŞERVANÊ YPG’Ê LEWEND ELÎKO LI DIRBÊSIYÊ HATE OXIR KIRIN

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şervanê YPG’ê Lewend Elîko bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî a gundê Berkevirê oxir kirin.

Şervanê QSD’ê Lewend Elîko bi nasnav Ciwan Kurdo di pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû.

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê cenazayê şehîd Lewend ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ketin rê .

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Leşkerî axaftin hatin kirin.

Di merasîmê de kesên ku axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre jî nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nava tilêliyên dayîkan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button