Îro salvegera 9’emîn a şehadeta Gulê Selmo ye

Îro salvegera 9`emîn a şehadeta Emdama Yekîtiya Star Gulê Selmo ye. Gulê Selmo li Helebê di encama êrîşên çeteyan de şehîd bû.
Gulê nîvê temenê xwe ji bo belavkirina fikrê rêber Abdullah Ocalan veqedand û bû sembola serhildana Şêxmeqsûdê.
Kongreya Star jî merasîma bîranîna şehîd Gulê Selmo pêk anî û soza domandina riya şehîdan da.

Gulê Selmo 1961`ê li gundê Qitmê ya navçeya Şera ya Efrînê ji dayîk bûye û di dawiya salên 80`yî de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike.

Bi destpêka 2012`an re ango piştî avakirina Meclisa Gel a Taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê, Gulê tevlî meclisê dibe û dibe endameke çalak, di heman demê de xebata xwe di nava Yekîtiya Star de jî diomîne.

Hemwextî serhildana şêniyên taxê ya li dijî komên çete, 10`ê Adara 2012`an êrîş li ser taxê têne kirin

Çeteyan gule li endama meclisa gel reşandin û tevahî hemû hewldnan di 13`ê Adara 2012`an de şehîd bû.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê a Helebê bi armanca tolhildanê li hemberî çeteyan serî hildan, ew ji her du taxan derxistin.

Ji wê demê ve şêniyên her du taxan parastina xwe dikin.

Kongreya star soza domandina riya şehîd gulê selmo da

Bi armanca bîranîna Gulê Selmo, Kongreya Star li cihê şehîdbûna wê merasîma bîranînê pêk anî.

Bi dehan şêniyên her du taxên Şêxmeqûd û Eşrefiyê tevlî merasîmê bûn.

Li ser navê Kongreya Star axaftin hatin kirin û soza domandina riya şehîd Gulê Selmo û hevalên wê hat dayîn.

Back to top button