Endamê Rêveber ê komîteya pêngava komkirina îmzeyan a ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan Ehmed Xoce diyar kir ku pêngava îmzeyan wê bidome.
30ʹê Çileya borî li bajarê Kobanê pêngava komkirina îmzeyan a ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dest pê kir.
Di çarçoveya pêngavê de ku hîna dewam dike de heta niha bi sedhezaran îmze hatine komkirin.
Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û endamê rêveber ê komîteya pengava komkirina îmzeyan Ehmed Xoce têkildarî mijarê axivî û got:
“Armanca me ya pêşîn û dawîn bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan e û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî ye.
Gelê herêmê bi beşdariya xwe ya pêngavê îsbat kir ku bi rihekî û canekî bi Rêberê xwe re ye
Divê hêzên navneteweyî rêzê ji daxwazên gel re bigire û çavên xwe li sûcên dewleta Tirk re negrin.
Xoce destnîşan kir ku kampanyaya wan wê dewam bike û bang li CPT kir ku li dijî tecrîdê berpirsiyartiya xwe bi cih bîne