Dayîkên Gerîla ên Hesekê: Divê rêxistinên navneteweyî helwesta xwe zelal bikin

Dayikên Gerîla yên Hesekê û malbatên gêrîla yên navçeya Girkê Legê di çarçoveya çalakiyên xwe de, vê hefteyê li dijî gefên ser herêmê daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya dayikên Gerîla yên Hesekê li Navçeya Xerbî hat dayin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Zarokên wan yên gerîla axa Kurdistanê û nirxên Gelê Kurd diparêzin.

Hate diyar kirin ku wekî malbatên gerîla bi piştgiriya zarokên xwe; wê serketinên mezin, bi dest bixin.

Dayikên Gerîla bang li raya giştî, sazî û rêxistinên navneteweyî kirin ku helwesteke zelal li hember kirinên dijmirovî nîşan bidin û navê PKK’ê ji lîsteya terorê derxin.

Malbatên Gerîla ên Girkê Legê: Em ê piştgiriya zarokên xwe bidomînin

Li navçeya Girkê Legê malbatên gerîla daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk yên li dijî gelê Kurd hate şermezarkirin.

Malbatên gerîlayan piştgiriya xwe bi zarokên xwe re nîşan da.

Back to top button