Welatên G7 ji ber girtina Navalny û xwepêşandêran, Rûsya şermezar kir

Welatên G7’ê bi sedema ku girtina lîderê muxalîf ê Rûsya Aleksey Navalny ”siyasî” ye, Rûsya şermezar kirin. Welatan xwestin ku di xwepêşanandanan de nema kes werin girtin.

Wezîrên Karê Derve yên welatên G7’ê Brîtanya, DYA, Almanya, Fransa, Italya, Japonya û Kanadayê daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniya hevpar de ku li Brîtanyayê ya ku seroktiya demê ya G7’ê dike, wiha hat gotin:

Welatên G7’ê girtina Aleksy Navalny ya ji ber sedemên siyasî şermezar dikin”,

Bi dewamî li ser girtina çalakgerên ku vê girtinê şermezar dikin jî hate gotin, ”cihê fikaran e.”

Hate diyarkirin destwerdana polîsan a li ser alîgirên Navalny weke, ‘astengkirina azadiya derbirîn’ê hate dîtin.

Aleksey Navalny, piştî ku jehrî bûbû 5 mehan li Almanyayê derman bûbû û vegeriyabû Rûsyayê.

Navalny li balefirgeha Moskova hatibû binçavkirin û dozgeriyê jî cezayê mehkê girtinê dayê.

Bi qasî 3 hezzr û 900 kesî ku ji bo destekê bidin Navalny tevlî xwepêşandanan bûn hatin binçavkirin.

Back to top button