8’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê di roja duyemîn de bi dayîna xelatan bi dawî bû.
8’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan di 1’ê Adarê bi diruşma “Bi çanda Jin, Jiyan, Azadî, em ê hunera şoreşê birêsin” li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê dest pê kir.
Mîhrîcan bi pêşengtiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û bi beşdariya 100 jinên hunermend û wêjevan pêk hat.
Di roja duyemîn a dawî ya mîhrîcanê de Fewziya El Mirhî û Feyrûz Reşik bi zimanê erebî û Reşa Şemon bi zimanê Suryanî helbest xwendin.
Çîrok jî ji hêla Narîman Evdikê ve hate xwendin.
Piştre endama komîteya nirxandinê Evîn Bilan der barê berheman de nirxand kirin û got:
“3 komîteyên nirxandinê hatin avakirin. Komîteya Nirxandina Wêjeyên Kurdî û Erebî ji 6 kes pêk tê û Komîteya Wêneyan jî 3 kes pêk tê.
Bi giştî 41 berhemên wêjeyî ji kurteçîrok, helbest û gotar hatin pêşandan, 15 bi kurdî û 25 jî bi erebî bûn.
Her wiha 45 wêne hatin pêşandan, jê 22 ku jinan bi destê xwe çêkirine.”
Mihrican bi xelatkirina kesên serkeftî ve bidawî bû.