Şandeya zanîngeha Rojava û Kobanê hevdîtin li Almanyayê pêk anîn

Şandeyek ji zanîngehên Rojava û Kobanê serdana Zanîngeha Almanyayê kir û hevdîtin bi hejmareke çalakvanên jinên û siyasetmedar ên Alman re pêk anîn.

Şandeya zanîngehên Rojava û Kobanê serdana xwe ya Almanyayê de didomîne ku ji 18ʹê Sibatê ve li Almanyayê dest pê kir.

Şandeyê hevdîtin bi hejmareke çalakvanên jinên û siyasetmedar ên Alam re pêk anîn. Her wiha serdana zanîngehên li Almanyayê jî kir.

Li gorî endama şandeyê Dîcle Heyder, serdan wê heta 8ʹê vê Adarê dewam bike.

Dîcle Heyder got: “Armanca vê serdanê peymana dostanî ya di navbera beşa civakî ya Zanîngeha Emden Lehr a Almanyayê û Fakulteya Jineolojî de were nûkirin.

Cara yekemîn ev peyman di sala 2018ʹan de hatibû îmzekirin. Tê payîn ev peyman roja Sêşemê ji bo 5 salên din were dirêjkirin.”

Back to top button