Piştî êrîşa bi mûşek a duh, îro dîsa êrîşek li dijî Herêma Kesk a li Bexdayê pêk hat.
Li gorî Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê, îro danê sibehê careke din bi mûşekan herêma Kesk a paytexta Iraq Bexdayê hat armanckirin.
Êrîş, bi 2 mûşekan pêk hat û heya niha ti agahî der barê ziyanan de nehatine zanîn.
Şaneya ragihandina ewlehî ya Iraqê piştrast kir, ev herdu mûşek ji devera Nehda hatine avêtin.
Êvara Pêncşemê jî, 2 mûşekên Katyûşa li heman deverê ketibûn û di encamê de zerarên madî çêbûbûn.
Ev yek, pêncemîn êrîş e ku di meha Adarê de li dijî Herêma Kesk, pêk tê.
Li vê herêmê, balyozxaneya Amerîkî û gelek navendên diplomasî yên navdewletî hene.