Endamên Rêveber ên Reqayê: Projeya me ya 15 hezar şehîdî ye, em ê parastina wê bikin

“Projeya me, projeya 15 hezar şehîdî ye, em ê parastina wê bikin” bi vê gotinê
Endamên rêveber ên Reqayê şehîdxistina Hevseroka Meclisa Bajarokê Til El-Şayîr û cîgira wê şermezar kir û soza şopandina rêya herdu jinan da.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Reqayê Hêvîn Şêxo şehîdxistina hevseroka Meclisa Bajarokê Til El-Şayîr û cîgira wê weke sûcekî şer bi nav kir û destnîşan kir ku bila tevahî mirovahî ji vî sûcê ku li dijî jinên azad pêk hatiye, şerm bike.”

Ev sûc tê wateya berdewamkirirna planên qirêj ên hovên DAIŞ’ê û komên çete yên girêdayê dewleta Tirk a dagirker.

Bi vê şehîdxistinê, xwstin vîna jinan û bi teybet jina Ereb têk bibin û projeya demokratîk derb bikin.

Ji ber ku ev proje banga azadiya jinan dike û jin li van herêman bûne mînak.

Hêvîn Şêxo teqez kir ku ev sûc ne tiştekî nû ne, şehîdxistina siyasetmedar û Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef mînaka vê yekê da.

Ev sûc ne tiştekî nû ye.

Her tim jin rastî van sûcan tên û bi taybet jinên siyastmedar, serkeftî û birêxistinkirî tên armanckirin

Berî niha Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef jî bûbû armanca van hovan.

Je ber vê yekê em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi erka xwe rabin û dawî li van sûcan bînin.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêvîn Şêxo soza şopandina rêya şehîdan da û got:

“Projeya me projeya 15 hezar şehîdî ye, em ê tawîzan nedin, berovajî vê yekê em ê têkoşîna xwe xurttir bikin.”

Derbarê heman mijarê û bi yek helwestê Endama Nivîsgeha Rêxistinkirina Jinan a Meclisa Jinan a Sûriyê Suhêr El-Senûh bertekên wê hebûn.

Em bi tundî vî sûcî şermezar dikin.

Ev sûc ne tenê di heqê herdu jijan de pêk hat, lê belê ev sûc di heqê hemû gelên Sûriyê de çêbû.

Bi vê kirinê tê dupatkirin ku terora van çeteyan pîvan, qanûnên navneteweyî û nirxên exlaqî derbas kiriye.

Dewleta Tirk di şexsê jina azad a pêşeng de, hewl dide projeya Rêveberiya Xweser derbe bike.

Di 22’yê meha borî de hevseroka Meclisa Bajarokê Til El-Şayîr a navçeya Deşîşa a Hesekê û cîgira wê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hatin revandin û roja din li ser destê van hovan bi awayekî dermirovahî hatin şehîdxistin.

Ev sûc jî li sûcên neyên jimartin yên çeteyên Tirkiyê, zêde dibe.

Back to top button