HDP’ê qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û 2 kesên pê re, şermezar kir û banga hestyariyê li civaka navneteweyî kir.
Partiya Demokratîk a Gelan HDP bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal, êrişa bi balafira bêmirov a dewleta Tirk ku Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira wê Lêman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tûma bûn şehîd, şermezar kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:
Êrişa bombeyî a dawî, armanckirina vîna gelê Rojava ye.
Ji bo rawestandina van êrişan ku li ber çavên cîhanê tên kirin, em banga hestyariyê li civaka navneteweyî dikin.
Rêveberiya Xweser îdiayên Rûsyayê red kirin û teqezî bi diyalogê kir