NY ji bo Lîbyayê: Divê 26 sibatê lîsteya hikumeta nû li pêşiya parlamenê be

Bi serperiştiya NY du kesayet ji bo hikumeta demkî ya Lîbyayê hatin hilbijartin. Divê di nava 21 rojan de dest bi karê xwe bikin, da seroke û parlameneke nû bibjêrin. Ev gav belkî Lîbyaya nû çêneke, taybet ku heta niha Tirkiye hebûna xwe bi dawî nekiriye û hîna leşker û çeteyên xwe li wir perwerde dike.

Nûnera NY ji bo Lîbyayê, Stephanie Williams têkildarî encamên hilbijartinan got, wê civaka navnetewî piştgiriyê bide van encaman û kesên bi ser ketin, wê di bin çavdêriyê de bin.

Piştî vê dengdanê, desthilata nû divê ne kêmî 21 rojan dest bi kar bike, ango 26 Sibatê divê lîsteya hikumeta xwe ya nû pêşkêşî parlamenê bike.

Welatên cîhanê: Ev gaveke baş e lê hîna rê dûrûdirêj e

Vê gavê, kêfa gelek hikumetan mîna, Almanya, Fransa, DYA û Brîtanyayê anî, lê kêf bi hişyariyekê hat ku, “hîna rê dûrûdirêj e”.

Ji welatên Ereban jî, Siûdiyê, Îmarat, Behrên, Kiwêt, Urdin û Misirê hebûn.

Bi avêtina vê gava zehmet, kelemekê xwe ji pêşiya civaka Lîbî da alî, lê hîna gelek kar jê tê xwestin.

Ji wan û yên herî sereke, pêkanîna bendên agirbestê û derxistina hemû çete û hêzên biyanî.

Jixwe, ji bilî yekkirina banka navendî û giştî saziyên dewletê, divê ew serperiştiya hilbijartinên serokatiyê jî bike.

Nûnera NY, anî ziman ku divê hikûmeta nû li gorî lihevkirina agirbestê û derxistina çeteyên biyanî ji welêt, kar bigire ser xwe.

Konseya Ewlekariyê şeva Pêncşemê jî bang li NY kiribû ku yekemîn tîmên xwe ji bo çavdêriya pêkanîna agirbestê belav bike.

Ev rêkar, zextê li Tirkiyê dike ku bi hezaran leşker û çeteyên xwe vekişîne.

Her wekî ev tişt ji Rûsyaya ku wê jî çete anîne Lîbyayê, tê xwestin.

Li gorî Pentagona Amerîkî, par di nava hersê mehên destpêkê bi tenê de, Enqere navbera 3 hezar û 500 heta 3 hezar û 800 çeteyî rêkirine Lîbyayê.

Daneyên Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî dibêjin ku heta Gulana par, Rûsya zêdeyî 900 çeteyên Sûrî şandine wir.

Destnîşankirina vê hikumeta demkî, gelo tê wateya ew ê dawiyê li hebûna van çeteyan bîne?

Nemaze ku heta duh pêr dewleta Tirk “rijda xwe ya mayîna li Lîbyayê” bi wêneyên perwerdekirina hêzên xwe li wir, dupat dike.

Diyar e ev yek wê nehêle Lîbyaya nû rehet bimîne, nexasim ku ev tevgera Enqereyê ya li pêşiya çavên civaka navdewletî tê kirin û hîna li hember ranebûne, dê raneweste.

Back to top button