
Rêveberiya Xweser, girîngiyê dide warên perwerdekirina ciwanan û pêşxistina behreyên wan, lewra xebatên xwe zêde kirine. Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Meha Mihemed diyar kir, ew ê îsal kovarekê ji bo werzîşê derxin û kampên Havînê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin.
Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Meha Mihemed da zanîn ku ew ê îsal kovarekê ji bo werzîşê derxin û kampên Havînê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin.
Desteya Ciwan û werzîşê girîngiyê dide warên perwerdekirina ciwanan û pêşxistina behreyên wan, lewma gelek çalakiyên werzîşê li dar dixe..
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya 18’ê Çileyê de pêk anî, projeyên desteya ciwanan eşkere kir
Meha Mihemed diyar kir ku gelek proje hene, ew ê îsal pêk bînin û wê rolekê di pêşxistina tevahiya çalakiyên ciwanan de bilîzin.
Ji projeyên 2021’an jî ev in:
Werşeyeke dirûnê ya cilên werzîşê li Reqayê bê avakirin.
Turnuvayên tevahiya lîstokên takekesî û komî li ser asta herêmê bên lidarxistin.
Yekîtiyeke giştî ya werzîşê bê avakirin.
Qanûnên ji bo ruxsetkirina klubê werzîşê û birêxistkirina karê wê derxin.
Kovarek girêdayî tevahiya çalakiyên ciwanan ên li herêmê were derxisitin.
Navendên geşedanê û zanakirina ciwanan li tevahiya herêman werin avakirin.
Mihrîcanên werzîşê mîna mihrîcana şehîd Stêrvan, Mihrîcana Werzîşê ya Salane werin lidarxistin.
Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser Meha Mihemed destnîşan kir, ew ê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampên Havînê jî ji bo ciwanan ava bikin û ji bo zanakirin û pêxistina behreyên wan, dê asta xebatên xwe xurtir bikin.
Par jî, desteyê gelek turnuvayên setrencê, volybolê, pîngpong û baskêtbolê lidarxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku, Desteya Ciwan û Werzîşê par 18 stadên footballê li herêmên Cizîr, Firatê, Reqa û Tebqayê ava kirin, ji bilî wê 10 holên werzîşê jî hatin amaderkirin.