Çavdêriya Sûriyê: Li gundewarê Idlibê 2 leşkerên Tirk birîndar bûn

2 leşkerên dagirkeriya Tirk, di êrîşa li dijî nuqteyên wê ya li gundewarê rojavayê Idlibê de, birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku, hinek çekdar li ser motorsîklêtan, nuqteyeke hêzên dewleta Tirk a gundewarê rojavayê Idlibê kir armanc.

Li gorî çavdêriyê, nuqteya li herêma Ebû Zubêr a nêzî bajarokê Mehembel a li ser rêya Heleb-Laziqiyê hate hedefkirin û 2 leşkerên Tirk birîndar bûn.

Her wiha di êrîşekê din a li ser gundewarên Idlibê de, çeteyekî dewleta Tirk hat kuştin.

Hêzên hikûmeta Şamê 7 gundên Idlibê kirin armanc

Di heman çarçoveya şer û pevçûnan de, hêzên hikûmeta Şamê, şevê din, 6 gundên li başûrê Idlibê bi topan kirin armanc.

Artêşa Tirk û çeteyên xwe jî, li Helebê devera Sikeriyê topbaran kir.

Back to top button