Fermandarên YPG û YPJ’ê li Qamişlo û Til Temir bi malbatên şehîdan re civiyan û soz dan ku li dijî gefên dagirkeriyê têkoşîna xwe bilind bikin.
Li bajarê Qamişlo, Fermandarên YPG û YPJ’ê bi 300 malbatên şehîdan re li Hola Rewabî civiyan.
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd di civînê de diyar kir ku serkeftina projeya Rêveberiya Xweser bi saya şehîdan e û Peywira wan a sereke xwedî-derketina li nirxên şehîdan e.
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Piling Qamişlo jî eşkere kir gelek alî hewl didin gelê Kurd tune bikin, lewma amadebûna xwe di parastina gelê xwe û dewama têkoşînê de anî ziman.
Her weha li Til Temir jî, Fermandarên YPG û YPJ li Hola Seyran bi nêzî 100 malbatên şehîdan re civiyan.
Di civînê de kesên axivîn diyar kir ku şehîdan di rêya azadî, rumet û parastina ewlehiya herêmê de berdêlên giran dan û gotin:
Heger em xaka xwe ji dagirker û çeteyan rizgar nekin, emê nikaribin bi azadî bijîn.