Duh şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana welatê Baskê kir.
Li ser vexwendina welatê Baskê, şandeke Rêveberiya Xweser serdana herêmê kir.
Şande ji bo gotûbêjkirina rewşa tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana welatê Baskê kir.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistefa û Nûnerê Rêveberiya Xweser li Belçîka amade de bûn Faiq Omer..
Ji aliyê, Serokê Daîreya Tenduristiyê û endamê Komîteya Karên Derve ya Parlamentoya Baskê Rebeka Ubera hatin pêşwazîkirin.
Di serdanê de gotûbêj li ser sîstema tenduristiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê û rêyên pêşxistin û piştgirîkirina wê ji aliyê sektora tenduristiyê ya Baskê ve hate kirin.
Her wiha li ser projeyên tenduristiyê yên hevpar ên di navbera Welatê Baskê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatin nîqaşkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa serdan bi erênî nirxand û got:
“Ev dê bibe pêngaveke nû ji bo pêşxistina sektora tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”