Duh şandeyek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Katalonya kir.
Li ser vexwendina herêma Katalonya Rêveberiya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser serdan kir..
Di şandeyê de Dr. Ciwan Mistefa Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê,
Faiq Omer Nûnerê Rêveberiya Xweser li Belçîka amade de bûn ..
Şande ji hêla Jordi Albert endamê Partiya Çep a Komarî ya li ser desthildatê ,
Francis Damlasez ji Partiya Hevgirtinê ji bo Katalonya, Acarlis Riera ji Partiya Çep ,
Lauria Lozano Berpirsa Tenduristiyê li Parlamentoya Katalonyayê ve hat pêşwazîkirin ..
Di serdanê de gotûbêj li ser rewşa tendirustiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê û çawaniya pêşxistina sîstema wê,
Awayên pêşkêşkirina piştgiriya tenduristiyê ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hat kirin ..
Her wiha nîqaş li ser çawaniya pêşxistina projeyên hevbeş jî hat kirin ..