Li Tepqayê xebatên çareserkirina pirsgirêka qutbûna avê

Yekîneya Avê ya Tebqayê ji bo çareserkirina pirsgirêka qutbûna ava vexwarinê xebatê dimeşîne ..
Yekîneya Avê hewl dide 7 pompeyên avê biguhere û stasyonên avê yên ku avê dide 9 taxan sererast bike.

Xebatên sererastkirin û guhertina pompeyên kevin di meha Adarê de dest pê kirin.

Tîmên pispor ên Yekîneya Avê ya Tebqayê hewl didin torên ku kehrebeyê didin stasyonên avê sererast bikin.

Ji bo vê yekê Hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê Hemûd El Şêx axivî..

Li gorî Hemûd El Şêx ji bo peydakirina avê ji taxan re, pêwîst bû ku pompe bên guhertin.

Ji ber ku ava çemê Firatê kêm bû pompeyên kevn di her saniyekê de 250 metrekab av dida taxan.

Lê piştî ku me pompe guhertin di her saniyekê de 400 metrekab av dide taxan.”

Li gorî El Şêx xebatên sererastkirin û guhertina pompeyan dê di hefteya bê de bi dawî bibin ..

El Şêx destnîşan kir ku ew di xizmeta welatiyan de ne û çi giliyên wan der barê avê de hebin, amade ne çareser bikin.

Back to top button