Şêxên êlên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga Nasir El-Herîrî bo dagirkirina tevaya Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û da zanîn ku ku Îtîlaf sîwana sereke ya çeteyan û dewleta Tirk e û hêza pêkanîna ajandeyên derve ye. Şêx eşêran diyar kir ku ew ê heta dawî li gel hêza xwe QSD’ê bin.
Serokê Îtîlafa Sûriyê Nasir El-Herîrî bang li dewleta Tirk kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet Minbic û Til Rifetê dagir bike.
Şêx Raxib El-Faris yek ji şêxên qebîleya El-Zibêd a Ereb e, têkildarî mijarê ji ajansa Hawarê re axivî û got:
“Di dema hevdîtina Biden û Erdogan de, Îtîlaf ferman da çeteyan ku nexweşxaneya Efrînê ya tije sivîl topbaran bikin û QSD’ê bi yekê sûcdar bikin.
Lê plana wan di destê wan de teqiya û herkesî fêmkir ku dewleta Tirk bi vê planaê ve xwest dagirkeriya xwe fireke lê neçû serî.”
Şêxê êla El-Sade ya li Sûriye jî piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman û got:
“Ciwanên Sûriyê yên ku di bin ala QSD’ê de ên perwerdekirî û ji doza xwe bawer in wê li hember van çeteyan bisekinin û nahêlin ku armanca wan pêk were.
Em êlên herêmê piştigiyê didin QSD û em ê li rex wan şer bikin.”
Girêdayî mijarê jî Berdevkê fermî yê qebîleya El-Şerabîn û êlên wê yên li Sûriye Mihemed Arif El-Hemdûn jî wiha axivî:
“Êdî Îtîlaf bûye karmendê Erdogan bavê rûhanî yê DAIŞ`ê ku xwedî fikrekî Îxwanî û taifî ye.
Ev Îtîlaf xwe temîsl dike, tu exlaq û nirx li cem tune ye. Ji ber ku çarenûsa xwe bi ajandeyên derve ve girê daye.”
Mihemed Arif El-Hemdûn destnîşan kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû neteweyên sûrî hembêz dike û dijî parçekirina Sûriyê ye.
El-Hemdûn di dawiya gotinê xwe de bang li Misir, Komkara Erebî û Neteweyên Yekbûyî(NY) kir ku ji bo rê li pêşiya dewleta Tirk bigirin a ku dixwaze digirkariya xwe li herêmê berfireh bike.
Her wiha endama Rêveberiya Jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat a Sûriyê şaxê Minbicê Mune El-Mixlif di daxuyaniyek xwe de wiha axivî:
“Aloziya Sûriyê tenê bi rêya aliyên sûrî û li ser masaya diyalogê çareser dibe ku hêviyên gelê Sûriyê yên yekitiyê, azadiyê û demokrasiyê pêk tîne.”