Firyal El Elî: Em rê nadin dagirkeriyê ku derbasî xaka me bibie

Rojane Navçeya Zirgan û gundewarên wê dibin hedefa topbarana dewleta Tirk a dagirker.
Ji ber van êrişan heta niha dehan kesî jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Jinên ji gundê Dada Ebdal û Um Hermela ku di xeta agir de ne diyar kirin ku wê êrişên dagirkeriyê nekare wan ji xaka wan derxine.

Dewleta Tirk a dagirker Qada topbaranê li dijî navçeya Zirgan firehtir dike.

Li hember navçeyê û gundewarên wê 8 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene ku rojane ji van baregehan navçeya Zirganê tê topbarankirin.

Jinên ji gundê Dada Ebdal û Um Hermela yên di xeta agir de bi biryardariyeke xurt di bin topên dewleta tirk a dagirker de li ber xwe didin .

Firyal El-Elî ya ji gundê Um Hermela bakurî navçeya Zirganê zirarên ku di encama êrîşan de dîtiye wiha vedibêje:

Rojane Gundê me tê topbaran kirin lê em tu Carê rê nadin dagirkeran ku derbasî xaka me bibin.

Di encama êrîşan de kurê min birîndar bû, çend tiliyên destê wî jê bûn û tiliyên lingên wî jî wisa.

“Topbaran, kuştin, revandin û bombebaran didome

Firyal El-Elî got baregehên leşkerî yên ku gundên wan topbaran dikin bi çavan tên dîtin û wiha domnad:

Dewleta tirk a dagirker mala me topbaran kir, baregehên wan pir nêzî gund e.

Topbaran, kuştin, revandin, bombebaran.

Dîmenên ku me di tv de didîtin bûn rastî û em her roj van bûyeran dijîn.

Firyal bang li rêxistinên Navneteweyê kir ku li dijî van êrîşan xwedî helwest bin.

Xemîsa Misêtim yek ji dayikên gundê Dada Ebdal e, ji ber êrîşên dijwar ên di gundê wê de nêzî mehekê di Um Hermela ku tenê bi 100 metroyî dûrî Dada Ebdal e cih dibe.

Xemîsa Misêtim diyar kir ku mala wê di encama topbaranê de hat hilweşandin û got:

Ji ber êrîşan ez neçar mam ji gundê Dada Ebdal ber bi Um Hermela ve werim.

Mala min di encama topbaranê de hat hilweşandin.

Back to top button